Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 148 hezar 482 testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 841 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 88 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 11 hezar û 233 kesî.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hêj hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e zêde dibe û heta ku ne mecbûrî ve bila tu kes derneyê derve.(ÎLKHA)