Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 53 milyon û 91 hezar û 981 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 299 hezar û 407 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 10 milyon û 873 hezar û 936 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)