Ji ber ku di qanûna ku dihat xwestin bê derxistin de hinek maddeyên ku pê dijberîya Herêma Kurdistanê dihat kirin hebûn temsîlkarên Kurdan biryara beşdarnebûn û boykotkirina niştinê dan û beşdarî niştinê nebûn.
Di encama dengdayîna ku hat kirin de qanûn hat qebûlkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di parlementoyên Iraqê de hinek teref komek ava kirine û ji parlementoyê daxwaz dikin ku dahatên neftê û tiştên din ên Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Bexdayê re bê dewirkirin û dû re ji Herêma Kurdistanê re budçe bê veqetandin.(ÎLKHA)