Li ser medyaya civakî her roj bi sedan caran heqaret li dînê Îslamê û muqaddesatên wê tên kirin û derheqê kesî de qet lêpirsîn nayê destpêkirin. Lê belê ji ber ku li Bursayê bekçîyek li ser hisaba xwe ya medyaya civakî ala tewhîdê ya ku li ser “La îlahe îllallah, Muhammedun Rasulullah"  dihat nivîsandin parve kir Walîtîya Bursayê derheqê wî bekçîyî de lêpirsîn da destpêkirin.

Walîtîya Bursayê vê xebera lêpirsînê li ser hisaba xwe ya fermî ya medyaya civakî parve kir. Ji ber ku gel bertek û reaksîyoneke tund ji Walîtîyê re nîşan da Walîtî mecbûr ma ku peyama xwe jê bibe.(ÎLKHA)