Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 51 milyon û 835 hezar û 949 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 279 hezar û 963 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 10 milyon û 568 hezar û 714 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)