Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 141 hezar 944 testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 516 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 84 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 10 hezar û 887 kesî.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hêj hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e zêde dibe û heta ku ne mecbûrî ve bila tu kes derneyê derve.(ÎLKHA)