Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hatine belavkirin piştî erdheja di mezinahîya 6.6 a ku li navçeya Seferîhîsara Îzmîrê pêk hat re li tevahîya Îzmîrê 2498 erdhejên biçûk pêk hatin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin ji van erdhejan 46 erdhej mezinahîya wan li ser 4an bû.
Di erdheja di mezinahîya 6.6 a ku di 30ê Cotmehê de li Îzmîrê pêk hat de 114 kes canê xwe ji dest dan û 1035 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)