Di 24 seatên dawî de zêdetirî 20 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 733 hezar û 446 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 378 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 887 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)