Brown di daxuyanîya ku belav kir de derheqê êrîşa ku li Kurdistana Başûr ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hat kirin de wisa got: “Amerîka wê êrîşa ku doh li Kurdistana Iraqê ji teref PKKyê rêxistina terorê ve li hember rayedarên ewlehîyê ya Kurdistanê hat kirin bi tundî şermezar dike.”
PKKê berî vê çend rojan li Kurdistana Başûr êrîş biribû li ser Pêşmergeyan û di encama êrîşa ku hatibû lidarxistin de Pêşmergeyek canê xwe ji dest dabû û 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)