Derbarê rewşa dawî yê Ahresê ku di greva birçîbûnê de ye  ji teref Hasan Abdu Rabbîhê Musteşarê Çapemenîyê yê Heyeta Karên Filistînîyên Êsîr û Azadkirî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Rabbîh di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; rewşa Ahres her ku diçe xirabtir û dijwartir dibe û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Êdî Ahres hêdî hêdî ji guh û çavên xwe dibe û dibe ku Ahres nema îdare bike û canê xwe ji dest bide.”

Berî niha derbarê rewşa dawî ya Al-Ahres ve ji teref Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve daxuyanîyek hatibû belavkirin.

Di daxuyanîya ku hatibû belavkirin de derbarê mijarê de hatibû destnîşankirin; rewşa Al-Ahres nebaş e û her ku diçe nebaştir û xirabtir dibe û dû re wiha li daxuyanîyê hatibû zêdekirin: “ Rewşa Al-Ahres têket asta krîtîk. Piştî 85 rojên grevê êdî problemên ciddî rû didin ku divê çareyek bê dîtin da ku tiştek pê neyê.”

Al-Ahres di 80emîn roja greva birçîbûnê de ji gelê Filistînê re peyamek şandibû.

Al-Ahres di peyama ku şandibû de destnîşan kiribû; ew bi gelê Filistînê bawer e û ew ê tu carî serê xwe netewîne û dû re wiha got: “Heta ku ez venegerim mala xwe ez ê tu tiştî nexwim. Ez niha li xestê me û bes avê vedixûm.”

Al-Ahres di berdewama peyama xwe de silavan li malbata xwe kiribû û  daxwaz ji sazîyên mafên însanan kiribû da ku bibin wesîle ew malbata xwe bibîne.(ÎLKHA)