Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 19 hezar kes  li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  milyonek û 712 hezar û 856 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê   292  kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  29 hezar û 406 kesî.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)