“Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ew vê êrîşa PKKê bi tundî şermezar dikin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di êrîşa ku PKKê doh li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê û li nahiya Çemankê ya li sînorê parêzgeha Duhokê kir de pêşmergeyek şehîd bû û hejmareke din jî birîndar bûn, pêşhateyeke metirsîdar e û em bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş ti hincetek hilnagire û ev êrîşa ser jiyan û aramiya xelk û axa Kurdistanê ye.”

“Ev şerfiroşî û aloziya ku ji aliyê PKKê ve tê kirin, rewşa Herêma Kurdistanê û gelê me duçarî êşên zêdetir dike”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; êrîşên ku ji teref PKKê ve tên kirin rewşa Herêma Kurdistanê ya tê de dijwartir dike. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Tevî ku gelê Kurdistanê di nav çendîn qeyran û kêşeyan de ye, ev şerfiroşî û aloziya ji aliyê PKKê ve, rewşa Herêma Kurdistanê û gelê me duçarî êşên zêdetir dike û kes tê de serkeftî nîne.Em weke her dem, tekez dikin ku pêwîst e PKK rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hikûmet û saziyên wê yên rewa bigre û şer û pevçûnê ji Kurdistanê dûr bixe.Em sersaxî li malbat û xizmên pêşmergeyê şehîd Hêriş Cewher Mihemed dikin û hevxemên wan in. Em hêviya şîfayê ji bo pêşmergeyên birîndar dixwazin. Em daxwaz dikin ku hemû kêşe bi zanayî werin çareserkirin û rewş ji vê zêdetir pêş neçe.”(ÎLKHA)