Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 144 hezar 416 testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 391 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 77 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 10 hezar û 588 kesî.

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hêj hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e zêde dibe.(ÎLKHA)