Di encama êrîşa çekdarî ya ku li navçeya Amêdîya Dihokê ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hat kirin de Pêşmergeyek canê xwe ji dest da û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Derheqê vê êrîşa ku hat kirin de ji teref Lijneya Wezîran a Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin: “Em êrîşên PKKê bi tundî şermezar dikin” û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Li gorî hikûmeta Herêmê ev êrîşa ku ji teref PKKê ve hatiye kirin, li Herêma Kurdistanê û temamê sazîyên wê yên fermî hatiye kirin. Ji bo hikûmetê ev êrîş binpêkirina xeta me ya sor e.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Hêzên Pêşmerge parêzvanên ax û gelê Kurdistanê ne û dû re wiha hat gotin: “Ji ber vê yekê ev êrîş li temamê Kurdistanê hat kirin.Em vê êrîşê bi şikleke tundî şermezar dikin û em ê nehêlin ku aramî û ewlehîya herêmê xera bibe.(ÎLKHA)