Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  47 milyon û 853 hezar  û 778  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 220 hezar û 535 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 9 milyon û 692 hezar û 528 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)