Ji ber erdheja ku li Îzmîrê pêk hat, li Bayrakliya Îzmîrlîyê avahîyeke bi navê Riza Bey hilweşîya û gelek kes di bin avahîyê de man. Di encama xebatên ku hatin kirin de zaroka bi navê Ayda ya 4 salî piştî 91 seatan bi zindî ji enqaza avahîyê hat derxistin.(ÎLKHA)