Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Baştirîn helwest di vê demê de rêzgirtin e li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û herwiha valakirina wan hemû navçeyan e ku bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîrkirin. Bi sedan gund ji ber hebûna çekdarên PKK nehatine avadankirin û bûne qadên şer û pevçûnan.”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de hişyarî PKKê kir û ji wan xwest ku ji Kurdistana Başûr derkevin û dû re wiha got: “Dîrok şahidiya wê yekê dide ku em şanaziyê dikin ku me şerê Kurdan û Kurdan heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyekî ziyaneke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.Lêbelê nabê ev helwesta me bi şaşî bê têgihiştin û îstîxlalkirin bo ku gefa desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê bê kirin û hewla sepandina îradeyeke çekdarane ya neyasayî li ser xelkê Kurdistanê were dayîn.”

Temam metna peyama Barzanî:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di vê rewşa aloz a ku navçe tê re derbas dibe û di van hemû qeyranên ku hatine pêşiya welatê me, pêwîstî e ku daxwazê ji hemû Kurdistaniyekî bikim ku bi awayeke rastî rûbirûyê vê rewşa neguncay bibin û di asta berpirsiyariya dîrokî de bin û berev asayîkirin û normalkirin û nehiştina alozî û nexweşiyan pêngavan bavêjin. Niha Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi zarok û gedeyên xwe yên dilsoz e bo ku welatê xwe ji nexweşî û planan biparêzin.

Dîrok şahidiya wê yekê dide ku em şanaziyê dikin ku me şerê Kurdan û Kurdan heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyekî ziyaneke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.

Lêbelê nabê ev helwesta me bi şaşî bê têgihiştin û îstîxlalkirin bo ku gefa desthilata yasayî ya Herêma Kurdistanê bê kirin û hewla sepandina îradeyeke çekdarane ya neyasayî li ser xelkê Kurdistanê were dayîn.

Nabe helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd bi wê yekê bê şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên me bê têkdan û welatiyên me bêne neçarkirin ku mal û warên xwe bi cih bihêlin û bibin qurbanî û bi neheq bêne şehîdkirin û kes jî deng neke.

Piştî êrîşa hovane ya terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê berê xwe dan eniyên şerê li dijî terorîstan û gelek ji navçeyên ser sînor vala bibûn. Bi mixabiniyê ve, ji wê demê ve, li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK ew navçeyên ser sînor û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmeta Kurdistanê sepandin û rêgirtin li xelkê ku herin ser mal û gûndên xwe û avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û gumrikê ji wan distînin. Bêgûman ev kar ne cihê qebûlkirinê ne. Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.

Li vir pêwîst e bi bîra wan bê, dema di destpêka destpêkirina bi çalakiyên xwe kirin, me hemû cûreyeke alîkariyê da wan. Lê wan bi berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan dan û paşê di çendîn qonaxan de şer jî li ser me dan sepandin û di encamê de hemû aliyekî ziyan dît.

Baştirîn helwest di vê demê de rêz girtin e li desthilata şer`î û yasayî ya Herêma Kurdistanê û herwiha valakirina wan hemû navçeyan e ku bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagîrkirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê. Niha jî bi sedan gund ji ber hebûna çekdarên PKK nehatine avadankirin û bûne qadên şer û pevçûnan.

Li vir daxwaz ji hemu aliyekî dikim, ji bo ku rewşa welatê me ji vê zêdetir têk neçe û cihên wêrankirî bêne avadankirin û rê li aloziya zêdetir û rûdanên nexwastî bê girtin, pêwîst e rê bi xwesepandina neyasayî ya çi aliyekî nedin û piştevaniyê li xebat û qurbaniya Pêşmerge û gelê zilimlêkirî yê me bikin û di asta berpirsiyariya vê qonaxê de bin.”(ÎLKHA)