Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin  hejmara kesên ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dan derket 91 kesî.

Wezîr Fahrettîn Koca di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir: “Hejmara kesên ku ji ber erdhejê canê xwe ji dest dan derket 91 kesî. Hêj 155 kes tên tedawîkirin. 10 nexweşên me di lênerîna awarte de ne û rewşa 3 ji wan giran e. Hejmara kesên ku hatin rakirin nexweşxanê û baş bûn û ji nexweşxanê hatin derxistin derket 839 kesî.”(ÎLKHA)