Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  44 milyon û 264 hezar  û 538  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 171 hezar û 686 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 9 milyon û 38 hezar û 30 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)