Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber teqîna ku pêk hat zêdetirî 80 kesî birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Polêsê Pakistanê derbarê mijarê de destnîşan kir, çantaya ku bombe tê de bû ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyar e be hat danîn hundirê medresê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin piştî ku çend deqîqe ji ser danîna çantê derbas bû re bombe teqîya.

Muhammed Alî Gandapurê Şefê Polêsan a Peşaverê  destnîşan  kir, êrîş bi 6 kîlo bombeyan hat kirin.(ÎLKHA)