Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 43 milyon û 790 hezar û 543 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 164 hezar û 609 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 962 hezar û 783 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)