Di encama êrîşa ku hatibû kirin de herî kêm 12 kes canê xwe ji dest dabûn û 14 kes jî birîndar bûbûn. Lê li gorî agahîyên nû yên ku hatin wergirtin hejmara mirî û birîndaran her ku diçe zêdetir dibe.
Li gorî daneyên ku hatine wergirtin ji ber êrîşa ku li medresê hat kirin hejmara mirîyan derket 28an û yên birîndaran jî derket 57 kesî.
Berdevkê Walîyê Takharê Muhammed Cevad Hicrî di daxuyanîya ku belav kiribûn destnîşan kiribû, medrese bi şaşîtî hatiye hedefgirtin.(ÎLKHA)