Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Enqerê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; 18 kes jê Iraqî û 2 jê Sûrîyeyî ji bo 20 kesên şikdar ên ku tê diyarkirin endamê DAIŞê ne bên girtin operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyona ku hat lidarxistin de 18 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)