Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  43 milyon û 346 hezar  û 888  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 159 hezar û 97 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 889 hezar û 179 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)