Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 15 hezar kes  li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  milyonek û 497 hezar û 165 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê   296  kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  25 hezar û 281 kesî.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)