Sûretên ku ji teref kovara Charlîe Hebdo ve hatin amadekirin û tê de qaşo Pêxemberê me Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser be) tê karîkaturîzekirin, doh êvarî li bajarên Montpellîer û Touloseya Fransayê di avahîyên dewletê de hatin weşandin. Macronê Serokomarê Fransayê berî niha bi daxuyanîya ku xwe ya qustax destnîşan kiribû ew ê dev ji karîkaturîzekirinan bernedin.Macronê ku li dijî Îslamê bi şikleke eşkere şer daye destpêkirin û dijmintîya Îslamê dike û destekê dide wan kesên ku heqaret li Îslamê dike, van tiştên ku tên kirin bi navê “azadîyê” bi nav dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê jî wek Macron bêedebî û kustaxîyan dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin kêfxweş nabe û aciz dibe. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.

“Divê welatên Îslamê pêwendîyên xwe yên dîplomatîk ên bi Fransayê re qût bike”

Serokê Danasîn û Pêwendîyên Bi Gel re yê HUDA PARê  Abdurrahman Cens  ji vê  hewlestan Fransayê re bertek nîşan da û li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Cens di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir:“Divê Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bilezûbez bicive, divê welatên Îslamê pêwendîyên xwe yên dîplomatîk ên bi Fransayê re qût bike û wan dîplomatên Fransayê yên li welatên xwe dersînor bike. Her wisa divê welatên Îslamê  wan peymanên tîcarî yên bi Fransayê re bidin sekinandin, sehayên xwe yên hewayê  û derîyên sînorê ji bo Fransayê bên girtin.”(ÎLKHA)