Alîyev di daxuyanîya ku li ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir; gundên bi navê Dolanir, Bunyadli, Dag Tumas, Nusus, Heleflî, Mînbaşli, Veysellî, Venedlî, Mîrzehesenlî, Zîlanli, Kurd Mahrizli, Muganli, Alakurşak  ji îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.

Li gorî daneyên ku hatine belavkirin ji roja ku şer û pevçûn dest pê kirine vir ve; 3 bajar, 3 bajarok û zêdetirî 130 gund ji bin îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)