Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 115 hezar 979 testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 165 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 74 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 9 hezar û 658 kesî.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hêj hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e zêde dibe.(ÎLKHA)