Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 41 milyon û 500 hezar û 769 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 136 hezar û 526 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 584 hezar û 850 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)