Di 24 seatên dawî de zêdetirî 15 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 447 hezar û 335 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 317 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 24 hezar û 952 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)