Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 116 hezar 249 testên ku hatin kirin de bi hezar û 958 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 75 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 9 hezar û 371 kesî.(ÎLKHA)