Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku daketin kolanan li Sabtîagoya paytexta Şîlîyê di Qada Îtalyayê kom bûn. Bi hezaran kesên ku daketin kolanan hikûmetê portesto kirin û banga guhartina makeqanûnê kirin.

Li hinek deran di navbera xwepêşandêr û polêsan de pevçûn û şer derket. Di encama bûyerên ku derketin de 2 dêr hatin şewitandin.(ÎLKHA)