“Ew civakên ku bi sed salan bi hev re wek bira dijîyan ji nişka ve ji ber bizrên nîfakê bûn dijminên hev”
Saglam di axavtina xwe ya ku di kongreyê kir de balan kişand li ser înkarkirina hebûna Kurdan û dû re derbarê mijarê de wisa axivî: “ Keleheke saxlam a ji medenîyeta me keleha biratîyê ye. Bi saxîya vê biratîyê bi sedsalan gelên li ser vê erdnigarîyê wek bira jiyan û ti carî ferqa ziman, nîjad, mezheb û meşrebê nexistin nav xwe.Emperyalîzma kurewî ji bo welatan dabeş û parçe bike dixwaze vê têkilîya biratîyê ji holê rabike û hewl dide di şûna biratîyê de gotin û kirarîyên nîjadperest di nav civakê de bê bicîkirin. Ew kesên ku nikaribûn bi civaka Îslamê û ummetê parçe kirin û bi vî awayî micadeleya xwe domandin. Kaşo di bin navê welatperwerîyê de li ser navê neteweperwerîyê de hinek însanan ji yên din re kirin neyar. Bi vî awayî civakan ji hev xistin û kirin parîyên biçûk û ji dijminan re îkram kirin. Ew civakên ku bi sed salan bi hev re wek bira dijîyan ji nişka ve ji ber bizrên nîfakê bûn dijminên hev.Ji ber vê yekê yekîtîya me çû, nîzama me xera bû û hêza belawela bû di nav me de hizûr nema.”
“Kurd bi hezaran salan li ser van axan bi ziman û çanda xwe dijîn”
Saglam di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, Kurd, Tirk, Ereb û qewmên din ên li welêt in bi bi sedsalan pêkve wek bira jiyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji roja ku di şûna yekîtîya bawerîyê de laîktî û nîjadperestîya Tirk hat bicîkirin vir ve ev welat rûyê rihetîyê nedît. Hinek welatî ji yên din re wek dijmin hat nîşandan.Çavkanîyên welêt hatin hederkirin, bi sedhezaran însanên me hatin kuştin. Siyaset red û înkarê wek tsunamîyekê welêt ber bi felaketê ve bir û ev yek ji teref herkesî ve dihat dîtin ku digel vê yekê ev yek nehat terkkirin.Keda temamê qewmên ku li ser van axan dijîn di rizgarîya welêt de heye. Kurd bi hezaran salan li ser van axan bi ziman û çanda xwe dijîn.Nexasim Kurd piştî ku Îslamê nas kirin re bi alim û zanyarên xwe ji ummeta Îslamê re xizmet kirin.”
“Ger mafên bingehîn ên însanî bên xistin behsa bazarê ew ê ev yek bibe sedem ku propagandaya çekdarî meşrû bê nîşandan”
Saglam di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, heqê merivan e ku ew bi zimanê xwe biaxivin, perwerdehî bibînin û xwe bi zimanê xwe îfade bikin ku ev yek di serê heqê sereke tên . Saglam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi dehan salan in ku him Kurd û him jî zimanê wan tune tê hesibandin. Navê Kurdan ji kitêbên dîrokê tê derxistin û fealîyetên çandî yên Kurdan tên qedexekirin. Lê di salên ewil ên vê îqtîdarê de di warê meseleya Kurd de gavên baş hatibûn avêtin û dihat zenkirin ku ew ê ev mesele bi temametî bê çareserkirin û nema qala vê meselê bê kirin. Lê mixabin di van salên dawî de dîsa di warê meseleya Kurd de dîsa rojên înkarker û qedexeker xwe nîşan didin. Ger ev yek berdewam bike ew ê welat ber bi kaos û alozîyê ve biçe. Divê ew zihniyeta ku li welat hemû kesî Tirk dihesibîne bê rakirin.”(ÎLKHA)