Qeza li nêzî Taxa Hoşumluyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa şaredarîyê ya bi plaqeya 66 LM 540 a ku ajokarê wê A.Y. bû ji kontrolê derket û qulibî.

Di encama qezayê de şofêr û 16 rêwî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)