Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  40 milyon û 280  hezar  û 249  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 118 hezar û 321 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 387 hezar û 799 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)