Di hevdîtinê de Parêzgerê Kerbelayê bi kurtî derbarê rewşa parêzgehê bi taybetî li rûyê geştiyariya olî ve zanyariyan pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku aramiya Kerbelayê, rê ji bo sermayeguzarî û veberhênana navxweyî û biyanî xweş dike û parêzgeh li proseyeke berdewam berfirehbûnê daye.

Her wiha Al- Xîtabî pesnê ezmûna serkeftiya kerta taybetî ya Herêma Kurdistanê ya li warê veberhênan û sermayeguzariyê da kir ku dikare ji bo Kerbela û parêzgehên dinên Iraqê jî sûd jê werbigrin.

Di beşeke din ê hevdîtinê de hemahengiya parêzgehan û Hikûmeta Federal û girîngiya parvekirina zêdetirê desthilatan ji bo parêzgehan xistin ber behs, heta bikarin xizmetên baştir pêşkêşî welatiyan bikin û kar û projeyan bi leztir encam bidin.

Di dawiya hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, vexwendineke Parêzgerê Kerbelayê ya ji bo serdana parêzgehê qebûl kir û hêvî xwest di demeke guncayî ya paşerojê de serdana Kerbelayê bike.(ÎLKHA)