Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 116 hezar 103 testên ku hatin kirin de bi hezar û 693 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 66 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 9 hezar 80 kesî.(ÎLKHA)