Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  39 milyon û 182  hezar  û 99  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 103 hezar û 56 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 216 hezar û 315 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)