Di 24 seatên dawî de  zêdetirî 13 hezar kes  li Rûsyayê bi vîrusê ketin  û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket  milyonek û 354 hezar û 169 kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê   286  kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket  23 hezar û 491 kesî.

Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê  tê.(ÎLKHA)