Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 912 kesê din re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 20 kesê din ji ber vîrusê mirin. Bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku mirin derket 2060 kesî; her wisa bi pêketina 912 kesî hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 58 hezar û 277 kesî.(ÎLKHA)