Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 38 milyon û 370 hezar û 434 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 90 hezar û 921 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 90 hezar û 253 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)