Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq doh li Hewlêrê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê rewşa Iraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, civiyan û piştî civînê daxuyanîyeke hevpar belav kirin.

Di daxuyanîya hevpar a ku hat belavkirin de hat destnîşankirin:“Ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar û parastina berjewendiyên xelkê Kurdistanê, pêwîst e tevahiya aliyan û pêkhateyên Kurdistanê karînên xwe bikin yek û bi yekrêzî û yekhelwestî rûbirûyî vê rewşa hestiyar û egerên dahatûyê bibin.”

Temamê deqa daxuyaniyê:

“Civîn taybet bû bi rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî. Derbarê rewşa Iraqê de, civînê bi girîngî ew barê giran ê darayî, ewlehî û tendirustî yê li Iraqê peyda bûye şopand. Piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo pêngavên hikûmetê û dezgehên destûrî yên federalî ji bo parastina ewlehî û aramiya welat tekez kir. Bi taybet peydakirina keşeke aram û libar ji bo kar û erkên nûnertiyên welatên dost û şandên navdewletî li Iraqê.

Civînê encamdana hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo kir û piştevaniya xwe ji bo amadekirina zemîneyê ji bo hilbijartineke serkeftiyane li Iraqê derbirî. Navçeyên pirsgirêk li ser in û cibicîkirina madeya (140) ya destûra Iraqê, beşeke din a civînê bûn. Amadebûyan hevhelwest bûn ku guftûgoyên ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên wan navçeyan, parastina mafên tevahiya pêkhateyan û gerentîkirina keşeke libar a pêkvejiyanê li navçeyê berdewam bikin.

Civînê piştgîriya xwe ji bo dawî rêkeftina Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan tekez kir. Herwiha hemû hewleke guhartina demografî li navçeyên pirsgirêk li ser in red kir û daxwaz kir, Hikûmeta Iraqê mîkanîzma aramî û ewlehiya navçeyên pirsgirêk li ser in deyne.

Di beşeka din a civînê de, li ser hewlên diyalogê yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de axaftin. Beşdarên civînê ji ber van hewlan, piştevaniya xwe bo her du aliyan diyar kirin. Da ku pirsgirek bi temamî bêne çareserkirin û mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqî bi giştî bên parastin.

Rewşa Herêma Kurdistanê ya navxweyî mijareke din a civînê bû. Taybet li ser pirsgireka vîrûsa Koronayê axaftin. Belavbûna Koronayê û rewşa pêketiyan û bandora wê ya li ser aboriyê hat gûftûgokirin. Di civînê de tekezî li ser vê yekê hate kirin ku ji bo derbaskirina vê rewşa neasayî, hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê dê bi yekhelwestî û yekrêzî pêkve bixebitin. Civînê şehîdkirina Efserê asayîşê Xazî Salih Elîxan li ser sînorê Duhokê şermezar kir.”(ÎLKHA)