Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 115 hezar 605 testên ku hatin kirin de bi hezar û 614 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 58 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 8 hezar 895 kesî.
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê mijarê de destnîşan kir: “Bawer bikin! Em ê pêkve biser kevin.”(ÎLKHA)