Ji teref Musa Ebu Merzuqê Endamê Buroya Sîyasî yê HAMASê ve derbarê ziyareta ku ji teref wan ve li Moskovayê hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.
Ebu Merzuq di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Serokê Dewleta Rusyayê Vladîmîr Putîn û Mîhaîl Bogdanovê Alîkarê Wezîrê Karên Derve destnîşan kirin ku ew dixwazin ji civîna sekreterên giştî yên komên Filistînî re mazûvantîyê bikin û ew ê bi vê yekê kêfxweş bibin.”(ÎLKHA)