Di peywendiya telefonî de li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat gotûbêjkirin, bi taybetî derfetên veberhênana kompaniyên Amerîkî di warê enerjiya Herêma Kurdistanê de bi cûreyekê ku di berjewendiya herdu aliyan de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariya Amerîkayê kir ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji hemû aliyan ve.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşvebirina zêdetir a veberhênana Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî di warê enerjî û gaza sirûştî de.(ÎLKHA)