Di 24 seatên dawî de zêdetirî 12 hezar kes li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket milyonek û 272 hezar û 238 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 201 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 22 hezar û 257 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîyan Rûsya li cîhanê piştî Amerîka, Hindistan û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)