Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama 116 hezar 608 testên ku hatin kirin de bi hezar û 355 kesî vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 56 kesê din jî ji ber vîrusê mirin.

Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 8 hezar 609 kesî.(ÎLKHA)