Yasîn Börü û hevalên wî berî vê 6 salan di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin ku di salvegera 6emîn a şehadeta wan de ew tiştên ku qewimî bûn cardin xwe anîn bîran.
Wehşeta ku di Eyda Qurbana sala 2014an de li Diyarbekir û heremê pêk hatin di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Ji aliyekî sepanên derê însanî yên îqtîdara ceberut û ji aliyê din jî zext û zilmên ku ji teref PKKyê ku ji sala hatiye damizrandin vir ve tên kirin di 6-8ê Cotmehê sala 2014an de şikil guhart û rewşeke cuda û nû derket holê.
PKK/HDPyiyên ku bi banga Navenda Giştî ya HDPê û bi banga Serokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bi her derî bikin Kobanê xwe berdabûn kolanan li hember xelkê Misliman a Kurd teşebûsî qirkirin û tunekirineke mezin kirin. Xortên ku di destên wan de goştên qurbanan hebûn û hewil didan ji kesên feqîr re alîkariyê belav bikin hatin lînçkirin, însanên birih, pîrekên bi tesettûr hatin hedefgirtin, camî û qursên Qur’anê hatin şewitandin. Di wan bûyerên ku hatin qewimîn de herî zêde navenda ku balan kişand li ser xwe Diyarbekir bû.
Li Diyarbekirê Yasîn Börü, Huseyin Dakak, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş û Cumalî Güneş bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin. Li bajarên din ên heremê di serî de HUDA PAR û bi giştî sazî û kesên ku xwediyên nasnameya Îslamî bûn hatin hedefgirtin. Pêvajoya 6-8ê Cotmehê dirêj bû û di nava vê pêvajoyê de li Çewligê Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakî di êrîşa çekdarî de hatin şehîdkirin. Li Wanê kesê bi navê Latîf Şener û li Qoserê kesê Sûrî Abdullah Muhammed Latîf û hevlingê wî Fehad Îbrahîm Eldurewîc ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin.
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya ku ji ber minasebeta salvegera Şehîd Yasîn û hevalên wî de belav kir de balan kişand li ser lîstikên ku hat xwestin li herêmê bên lîstin û destnîşan kir; êrîş bi şiklekî plankirî hatin kirin, însanên ku nexwastin herêmê ji rêxistina Marksîst û Lenîst re terk bikin li rasta êrîş û qetlîaman hatin.
“Kî hedef nîşan dabe û kî ji wan re rêbertî kiribe divê hisabê vê yekê bidin”
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di wê heyamê de êrîş li temamê însanên bi rih û pîrekên mesture hat kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji roja ewil me got ku 3 hêmanên sereke yên bûyerên 6-8ê Cotmehê hene. A yekem; sûtên ku daketin kolanan. A dudowan: kesên ku xelkê har kirin a sêyemîn jî ew kesên ku kolanan terk kirin. Heta ku ev sê kom hisabê nedin meriv nikare bêje ku hisabê 6-8ê Cotmehê hatiye pirsîn. Belê komek ji wan kesên ku daketin kolanan hatin darizandin û ceza xwarin, lê belê hinek kesên ku ji van bûyeran ra bûn sebeb nehatin mehkemekirin.Dibe ku hinek kesên ku di vê pêla dawî de hatin binçavkirin ji wan kesên ku ji van bûyeran re bûbûn sebeb bin. Lê belê di vê mijarê de xala herî girîng tiştekî din e ku ew jî ew kesên ku kolanan terk kirine ne. Heta 3 rojan tu midaxele li êrîşkaran nehat kirin.Dibe ku hinek kes wisa fikirîbin ‘Ev sût û aware ne ew ê rojekê xwepêşanê lidarbixin û vekişin.’Lê belê ji ber ku gelek kes mirin di roja duyemîn û sêyemîn de ew însanên ku êrîş li wan hat kirin li ber xwe dan û qêrîyan û bang li dewletê kirin. Hêzên ewlehîyê di 9ê Cotmehê de daketin kolanan. Divê ew zihniyeta ku hêzên ewlehîyê heta 3 rojan di qereqolan de girt û nehişt midaxeleyî bûyeran bike jî hisabê bide. Bi kurtasî kî hedef nîşan dabe û kî ji wan re rêbertî kiribe divê hisabê vê yekê bidin.”
“Hêmanên ku di nav dewletê de bi cî bûne û qadê ji êrîşkaran re hiştin divê yek bi yek bên darizandin”
Saglam di berdewama axavtina xwe qala wan polêsên ku tinazên xwe bi wê pîreka ku Yasîn Boru û hevalên xwe hawara xwe biribûnê û ew jî alîkarîyê ji wan dixwast kir û wisa li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo careke din wehşetên wisa pêk neyên dibê hisabê êrîşên 6-8ê Cotmehê bê pirsîn. Divê bê zanîn em qebûl nakin ku ev doz bi girtina çend kesên ku tê diyarkirin ‘van bûyeran dane kirin’ bê girtin. Ger li ser vê bûyerê bi vî awayî bên girtin ew ê di dahatûyê de jî dîsa bûyerên wisa pêk bên. Ger em naxwazin cardin bûyerên wisa pêk bên divê hêmanên ku di nav dewletê de bi cî bûne û qadê ji êrîşkaran re hiştin yek bi yek bên darizandin. Memûrê dewletê wezîfedar e ku can û nirxên vî milletî muhafeze bike. Di wê demê de hat gotin ‘Ger em daketibana kolanan em ê gelek zêde şehîd dabana.’ Ev nêrîn nêrîneke seqet e.”(ÎLKHA)