Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama operasyona ku hat lidarxistin de  li nêzî Bozcaadayê di nav tekneyekê de 144 koçber hatin girtin û kesekî şikdar ê ku qeçexvanîya koçberan dikir jî hat binçavkirin.(ÎLKHA)