Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 235 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 27 hezar û 192 kesî.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 27 hezar û 192yan û bi pêketina 3 hezar û 902 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 475 hezar û 674 kesî.
Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.
Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 235 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 27 hezar û 192 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 475 hezar û 674 kesî.”(ÎLKHA)